ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kilıçdaoglu wek mêvanê Serokwezîr Nûrî el Malîkî dê îroj biçe Îraqê.
Li gor daxuyaniya Yekeya Çapemeniyê ya CHPê Kiliçdaroglu ji ber agahdariya ku rîskeke mezin heye dê di şûna 58 endamên çapemeniyê de çend mûxabîrên dîmenan yên ajansan û bi çend qunciknivîskaran re biçe Îraqê.
Di heyeta Kemal Kiliçdaroglu de Alîkarên Serokê Giştî Farûk Logoglu, Gursel Tekîn, Erdogan Toprak û Wekîlserokê Komê Akîf Hamzaçebî, Parlamanterên CHPê Osman Korûturk, Hûrşît Guneş, Alî Ozgunduz, Candan Yuceer û hin karsaz hene.
Wezareta Karên Derve da xuyan ku kapasîteyeke sînordar ya konsolxaneya wan heye ji ber wê heyeteke ewqas gêre dê nikaribin biezimînin.