23 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
TIFLÎS
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji hêla Serokwezîrê GurcIstanê Gîorgî Kvîrîkaşhvîlî va, bi merasimê ve hat pêşwazîkirin.
Piştî ku Yildirim û Kvîrîkaşhvîlî li qada merasimê bi cih bûn merasima fermî dest pê kir.
Di merasimê de sirûda neteweyî ya herdu welatan hat lêdan û Serokwezîr Yildirim silav da leşkeran.
Yildirim û Kvîrîkaşhvîlî dest dan hevdu û rojnamevanan wêneyê wan kişandin.
Piştî wêne kişandin qediya, herdu serokan bêyî çapemeniyê dest bi hevdîtinê kir.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelîk, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Ragihandin Gihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş, Serokê Komîsyona Destûrê ya TBMMyê Mustafa Şentop û Serokê Komîsyona Dadê ya TBMMyê Ahmet Îyîmaya jî di merasimê de amade bûn.