11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu îro di saet 15.00an de li Koşka Çankayayê dest bi hevdîtinê kirin. Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl nekir.
Muşaviriya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê daxuyand ku Davutoglu Bahçelî û Kilidaroglu vexwende Koşka Çankayayê.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl nekir.
Hevdîtina Davutoglu û Kiliçdaroglu di saet 15.00an de li Koşka Çankayayê dest pê kir.