MERSÎN
Burkay ji bo xebatên partiyê hat Mersînê û li Kolana Îstîklalê silav de esnafan.
Burkay li ber Şaredariya mezin daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku li her bajarê ku ji bo xebatên partiyê çûn, gel bi germî pêşwaziya wan kir tu astengî derneketin, ev yek jî nîşaneya guherîna girîng ya li welat e.
Burkay got ku anonsên kurdî û tirkî dan û peyam dan û got ku "Em wek HAK-PARê dixwazin ku pirsgirika welat ya herî mezin ya ku ji sed salan zêdetir e berdewam e, pirsgirka kurdan li gor şert û mercên wekheviyê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî em federasyonê baş dibînin."
Burkay diyar kir ku heke pirsgirêka kurdan bê çareserkirin û aştî bê bidestxistin, çavkanî ne ji bo şer, dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel yên din bên bikaranîn û got ku "Em dixwazin ku pirsgirêka elewiyan jî bi awayekî adîlana bê çareserkirin."
Burkay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demokrasiyeke di standartên Ewropayê de dixwazin û got ku ev pevçûna 30 salên dawîn bû sedemê gelek êş û azaran. Herî dawî dewlet û aliyê şer gotin ku "Ev yek bi çek û şîdetê nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê pêvajoyeke nû dest pê kir, çek bêdeng bûn. Em jî ji vê yekê kêfxweş in û got ji bo ku car din xwîn nerije divê her kes çi dikeve li ser milên wan bike. Em çûn li ku me peyamên bi vî awayî dan."
Burkay diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan hin gav hatin avêtin û got ku bi awayekî azad îfadekirina fikrên wan jî nîşaneya vê yekê ye, lê divê gavên mezintir bên avêtin.