DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Bûrkay digel hin rêxistinên sivîl ên civakî xwest ku kesên li hemberî hatina Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî hesûdiyê dikin, bila dev ji hesûdiyê berdin.
Komeke ku di nav de HAK-PAR, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê û nûnerên Platforma Kurd a Demokrasiyê hene li Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatê Başûr daxuyaniyeke hevpar ya çapemeniyê dan.
Li ser navê komê Tahsîn Sever axivî û wiha got: "Em serlêdana Barzanî wek serlêdaneke dîrokî dibînin û wisa dinirxînin. Hin kesên ku hatina wî napejirînin û hesûdiyê dikin, bila bi awayekî berfireh rewşê binirxînin û bi hestên neteweperwer tevbigerin. Em bangî gel dikin ku xwedî li vê serlêdanê derkevin."