19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
QAHIRE
Hat ragihandin ku Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu cara yekemîn li DYAyê hatin cem hev.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Misirê, Sîsî û Netanyahu ku ji bo tevlêbûna xebatên Lijneya Giştî ya 72emîn a NYyê li New Yorkê ne, piştî civîna lijneyê seba gotûbêjkirina pêvajoya aştiya li Filistînê hatin cem hev.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva yê Misrê Samîh Şukrî, Serokê Îstixbaratê Xalid Fewzî û Midûrê Ofîsa Serokomariyê Tuxgeneral Ebas Kamil jî beşdarî civînê bûn.
Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di civînê da "mizakereyên aştiyê, avabûna dewleta Filistînê, ji bo serfiraziya lihevkirina herdu aliyan bicihanîna pêbaweriya pêwîst" hatin gotûbêjkirin. Hat diyarkirin ku Sîsî piştevaniya çareseriya "dudewlet" dike û dixwaze alî cardin bên cem hevdu.
Ji hêla din va hat gotin ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî ji ber rola Misrê ya li Rojhilata Navîn û herwiha hewldanên wê yên têkoşîna dijî terorê û yên di warê îstiqrara herêmê da kêfxweşiya xwe anî ziman.