HDP û MHPyê navê 3 namzedên xwe yên ji bo endamên Dîwanê ragihand Serokatiya TBMMyê.
MHPyê wekî nivîskî ji bo Cîgirseroktiya TBMMyê navê Parlementerê Trabzonê Koray Aydin, ji bo Amîriya Rêveberiyê yê Seyfettîn Yilmaz û ji bo Endamtiya Debirvan jî yê Parlementerê Kastamonuyê Emîn Çinar pêşkêş kirin.
HDPyê jî dîsa wekî nivîskî ji bo Cîgirseroktiya TBMMyê navê Parlementera Wanê Yurdusev Ozsokmenler, ji bo Amîriya Rêveberiyê yê Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û ji bo Endamtiya Debirvan jî yê Parlementerê Mêrdînê Erol Dora pêşkêş kirin.
Navê namzedan dê sibê li Lijneya Giştî ya TBMMyê de werin xwendin û pesendkirin.