Ûygûrên ku li Taylandê binçavkirîbûn bêyî daxwaza û vîna wan a azad şandin Çînê û Tirkiyeyê jî ev yek şermezar kir.
Wezareta Karên Derve daxuyaniyek da û diyar kir hîn bûn ku 115 tirkên ûygûrî yên ku li Taylandê binçavkirîbûn xilafê daxwaz û vîna wan a azad şandine welateke sêyem û em ji ber vê yekê xemgîn in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku digel teşebûsên muteaddît ên ku di nezdê Tayland û saziyên navneteweyî kirin ev tevgera hikûmeta Taylandê ya li dijî hiqûqa navneteweyî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "aqubeta hemnijadên me dê ji aliyê welatê me û civaka navneteweyî ve ji nêz ve û bi baldarî bê şopandin."