Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu der barê teqîna ku li Diyarbekirê çêbû de wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku nêzî 50yî welatiyên me birîndar bûn û niha 20-24 kesî rakirine nexweşxaneyê, Midûriya Giştî ya Xizmetên Acîl bûyerê dişopîne, me ambûlansa balafir jî digel her îxtimalê ji bo piştgiriya acîl ber bi wir ve rê kir."
Muezzînoglu di dema xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Bûrsayê de daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku li gor agahiyên ku gihiştin wan teqîna li Diyarbekirê ya di mitînga HDPyê de ji ber trafoyê çêbûye.
Muezzînoglu da zanîn ku di demek gelek kurt de ekîba tenduristiyê sewqî wir kirin û wiha axivî:
"Ez dikarim bibêjim ku nêzî 50yî welatiyên me birîndar bûn û niha 20-24 kesî rakirine nexweşxaneyê, Midûriya Giştî ya Xizmetên Acîl bûyerê dişopîne, me ambûlansa balafir jî digel her îxtimalê ji bo piştgiriya acîl ber bi wir ve rê kir. Ez hêvî dikim ku tu kes nemire. Ez ji bo birîndarên me jî di demek kurt de şifaya xêrê dixwazim. Ez hêvî dikim ku di arifeya hilbijartinê de li pişt vê tu niyetên ne baş an jî hinceteke din tunebe. Ez hêvî dikim ku ev qezayeke nehatiya payîn be lê heke organîzasyonek be an jî tişteke din be ev yek di vê atmosfera hilbijartinê de ji xeynî vê me xemgîn dike. Ew karê ewlehiyê ye lê ez dikarim bibêjim ku di çaçroveya xizmetên acîl de her cure bergirî hatin girtin û piştgirî hatin dayîn."
Muezzînoglu qal kir di dawiyê de hemû partiyên siyasî "demokrasî, vîna neteweyî û sindoq" dibêjin.
Muezzînoglu xwest ku hilbijartin di atmosfereke baş de bên kirin û wiha axivî: "Ez dibêjime hemû welatiyên me yên wir 'Derbasî be'. Ez niha rast nabînim ku bi mitîngê re tu têkilî daynim. Ez wisa difikirim heke trafoyek, bûyereke ku nedihat payîn be divê mijarê bi awayekî cuda şîrove nekin."