Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê teqîna li Diyarbekirê de wiha got: "Me hem Dîcle Elektrîkê hem jî TEÎAŞê û hevalên eleqedar şandin cihê bûyerê. Di encama lêkolînên ku trafoyê de hatin kirin de bi awayekî eşkere ragihandin min ku teqîn ji ber trafoyê nîne."
Yildizê ku ev demek e di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qeyseriyê ye. Yildiz beriya vekirina li Kîçîkapiya Şaredariya Melîkgaziyê bersiva pirsên xebatkarên çapemeniyê yên der barê teqîna li Diyarbekirê ya di mitînga HDPyê de da.
Yildiz diyar kir ku teqîn ji ber trafoyê nîne û wiha axivî: "Me hem Dîcle Elektrîkê hem jî TEÎAŞê û hevalên eleqedar şandin cihê bûyerê. Di encama lêkolînên ku trafoyê de hatin kirin de bi awayekî eşkere ragihandin min ku teqîn ji ber trafoyê nîne. Di lêkolînên ku hevalên me kirin de hat tespîtkirin ku deriyê trafoyê ne ji ber teqîna ji aliyê hûndir ve ji ber teqîna ji aliyê derve ve zirar dîtiye. Di heman demê de me dît ku di nav trafoyê de ya ku em dibêjinê hucreya kok tu tehrîbat çênebûye. Heke teqîn di trafoyê de çêbûya dibe ku em rastî teqîneke gelekî mezin hatibûna. Her wiha di dema teqînê de trafoyê de vejen hebûye. Min niha pirs kir ka tê de vejen hebûye an na. Gotin wir pirsgirêkêk tunebûye. Ji ber wê jî daneyên me yên ewil dibêjin ku teqîn ji ber teqîna trafoyê çênebûye. Nêzî 5an wêne ji min re şandin û di van wêneyan de teqîneke bi trafoyê re eleqedar xuya nake."
Yildiz destnîşan kir ku beriya hilbijartinê hewl didin ku li ser vejenê operasyona îdraqê bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi ya min ev îdraqa vejenê ya ku beriya hilbijartinê li ser vejenê tê plankirin, bi awayekî gelek rast bi raya giştî re bê parvekirin. Hewl didin ku li dijî vejen û belavkirina cêyranê de fikaran derxînin holê. Bi taybetî hin partiyên muxalefetê. Di destê me de çi hebe em ê bi raya giştî re parve bikin. Heke tişteke ji ber trafoyê bûya tabî kî dê me ew jî parve bikirana. Lê daneyên me yên ewil dibêjin ku teqîn ji ber teqîna trafoyê çênebûye. Mijarên din jî di bin rayeya ewlehiya me û Wezareta me ya Karên Navxweyî de ye."