ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek der barê bûyerên Misrê de weşand.
Davutoglu di peyama xwe de wiha got:''Bûyerên ku ji duh êvarê ve li Misrê dest pê kirine, dilê me dişewitîne.''
Davutoglu daxuyand ku hevdîtinên wan bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamê Ekmeleddin İhsanoglu û muxatabên din re dewam dikin û wiha pê de çû: ''Ji bo paşeroj û selameta Misrê divê dawî li van qetliyaman bê. Derbeya li Misrê ya dijî demokrasiyê tesîra xwe li giştiyê Rojhilata Navîn dike. Ez bi vê banga şiyarbûnê li hemû peywirdaran dikim û dibêjim bi eqlê selîm tevbigerin. Birayên me yên Misrî çawa ku heta niha me li rex xwe dîtine, dê heta dawiyê jî me wisa bibînin.''