MANİSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî fitara Teşkîlata AK Partiyê ya Bajarê Manîsayê bû.
Arinç bûyerên hov yên ku li Misrê pêk hatin, di axaftina xwe ya fitarê de nirxand. Arinç diyar kir ku bi tenê Tirkiye ji bûyerên ku li vî welatî qewimîn re got 'derbe' û wiha dewam kir:
"Ji Amerîka û YEyê deng derneket. Serokên Îslamê yên ku piştgirî dan derbeya Misrê derketin holê. 12 milyar lîra bexşadin. Kesên ku derbe kirin li tu derekî needilîn. Herkes jî dizane ku dê çi bê serê wan. Li kîjan welatî derbe hatibe kirin, pişte kesên ku li pey wan hatine hemû paqij kirine, welat paşve diçe, demokrasî winda dibe. Em bi gelê Misrê re palpişt in. Em ji bo gelê Misrê yê mezlûm û mexdûr da ku zûbizû ji vê rewşê xelas bibin, dia bikin.
Arinç destnîşan kir ku li piraniya welatên ku misliman in li Îraq, Afganistan, Pakistan, Lubnan, Cezayîr, Tûnûs, Lîbya, Myanmarê û hwd. alozî derdikevin. Her wiha got ku ji serokê Sûriyeyê re gotine "Li hemberê gelê xwe çek bi kar neyine, zilim neke, bi awayekî demokratîk hilbijartina xwe bike." lê belê hûn dibînin ku niha jî halê wan li ber çavan e.
Arinç di axaftina xwe de wiha pê de çû: "Xwîna misilmanan dirije. Welat bê serî (serok) ne, di nav xwe de pevçûn hene. Ev me hemûyan xemgîn dike. Welatên Îslamê bi agirê fitne û fesadiyê dişewitin, xwîna hevdu dirêjin. Mixabin li wan deran aramî û pergal nayê damezirandin. Tirkiye weke stêrka qutbê ye. Welatê aştiyê ye, ew welat e ku cudaxwazî ji holê rabûye. Welatekî ku herkes dikare li gor baweriya xwe bijî. Hizûr û aramî heye. Welatên ku ji derve li vê derê dinêrin, dibêjin 'Xwezî em jî wisa bûna' ji 11 salan vir ve li vî welatî ewlehî û aramî heye. Hin kesên ku dibêjin ev rewş bê xerabkirin, ew ê Tirkiye bibe wek rojên berê. Lê em ê destûrê nedin wan kesan."
Arinç ji bo êrîşa bombeyî ya li Somaliyê jî got: "Somalî weke ku hinek bi ser xwe ve hat, lê li wê derê jî hin rêxistinên ku ji derve piştgiriyê distînin û dixwazin welêt ji hev biqetînin, perçe bikin hene. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike. Somalî û hemû welatên Afrîkayê alîakriya ku Tirkiye ji wan re kiriye bi dil û can qebûl kirine.