Elif Orhan,Ahmet Aydın
24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Tirkiyeyê ji bo dengdayîna guherîna destûra bingehîn a nû ya ku ji 18 madeyan pêk tê û di raya giştî de wekî "Pergala Serokomariyê" tê zanîn bê dengdayîn dê di dawiya adarê yan jî serê nîsanê de cara heftemîn referandûm bê kirin.
Tirkiye cara ewil di 27ê gulana 1960an de piştî derbeya 1960î çû referandûmê. Destûra Bingehîn a 1961an a ku ji aliyê Komîteya Yekîtiya Neteweyî ve hat amadekirin di 9ê tîrmeha 1961an de pêşkêşî dengdayîna gel kirin. Destûra Bingehîn a 1961an hember ji sedî 38,3 dengên "nexêr" bi ji sedî 61,7 dengê "erê" hat qebûlkirin.
Referandûma duyemîn jî dîsa piştî derbeyekê hat rojevê. Destûra Bingehîn a ku piştî derbeya 12ê îlona 1980yan ji aliyê "Meclisa Şewrê" ve hat amadekirin di 7ê sermaweza 1982yan de pêşkêşî dengdayîna gel kirin. Ji bo vê Destûra Bingehîn jî ji sedî 8,6 dengê "nexêr" ji sedî 91,4 jî dengê erê hat dayîn.
- Gel qedexeyên siyasî yên serokan rakir
Li Tirkiyeyê piştî ku tesîrên derbeya 12ê îlona 1980yan kêm bû rakirina qedexeyên siyasî jî hat rojevê. Di 6ê îlona 1987an de ji bo ku biryar bê dayîn ku qedexeyên siyasî yên ku bi madeya 4emîn a berwext a Destûra Bingehîn a 1982yan hat anîn bên rakirin an na cara sêyem referandûm hat kirin. Di referandûmê de hember ji sedî 50,2 dengên "erê" ji sedî 49,8 dengê "nexêr" derket. Bi vî awayî qedexeyên siyasî yên siyasetmedarên berê yên wekî Suleyman Demirel, Bulent Ecevît û Necmettîn Erbakan jî di nav de hatin rakirin.
- Gel ji bo ku serokomar ji aliyê gel ve bê hilbijartin ji sedî 68,9 dengê "erê" da
Di 25ê îlona 1988an de ji bo ku biryar bê dayîn ku hilbijartin salek zû bê kirin an na di 25ê îlona 1988an de cara çaremîn referandûm hat kirin. Gel ji sedî 65 dengê "nexêr" ji sedî "35" jî dengê "erê" da û nexwest ku hilbijartin zû bên kirin.
Li Tirkiyeyê referandûma 5emîn jî piştî pêşniyaza guherîna destûra bingehîn a AK Partiyê ya ji bo ku serokomar ji aliyê gel ve bê hilbijartin yan na di 21ê cotmeha 2007an de hat kirin. Hilbijêran ji sedî 68,9 dengê "erê" ji sedî "31,1" dengê "nexêr" da û bi vî awayî hat qebûlkirin ku serokomar ji aliyê gel ve bê hilbijartin.
Li Tirkiyeyê referandûma herî dawîn di 12ê îlona 2010an de hat kirin. Ji bo vê referandûmê jî hilbijêran ji sedî 57,9 dengê "erê" ji sedî 42, 1 jî dengê "nexêr" da.
- Bi pêşkêşkirina serokomar ra wê pêvajo dest pê bike
Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçelî 11ê cotmeha 2016an di Civîna Komê ya li TBMMê da gotibû, “Heke AK Partî di înada xwe ya der barê serokayetiyê da berdewam be, pêdivê reşnivîsa Destûrê bîne TBMMê” piştî vê daxuyaniyê guherîna destûrê hat rojevê. Piştî van daxuyaniyan AK Partî ji bo guherîna destûrê dest bi kar bû. Di pêvajoya pey ra, bi hevdîtinên rêveberiya AK Partî û MHPê pakêta guherînê şêwe sitend.
Tevî Serokwezîr Binalî Yildirim, 316 parlementerê AK Partiyê pêşniyaza guherîna Destûra Komarê Tirkiyeyê îmza kirin û 10ê meha berfanbarê pêşkêşî Serokayetiya TBMMê kirin.
Hevdîtinên guharîna Destûrê li Komîsyona Destûrê ya TBMMê 10 rojan dewam kir û 30ê berfanbarê temam bûn.
Hevdîtinên pêşniyazê yên li Lijneya Giştî ya TBMMê weke 2 tûran hatin kirin. Pêşniyaza ku AK Partiyê 10ê berfanbara 2016an da pêşkêşî TBMMê kiribû, piştî 42 rojan bi 339 dengan qebûl bû û bû qanûn.
Bi pêşkêşkirina Qanûna Guherîna Destûrê ji Serokomar ra, wê pêvajoya referandûmê dest pê bike. Tirkiye bi mebesta dengdana guherîna destûrê ya 18 maddeyî wê di dawiya adarê da yan jî serê meha nîsanê cara heftan biçe referandûmê.