Nihat Kavşut
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
ULANBATOR
Serokwezîr Yildirim: "Dema meriv li nava çavên dewletên ku tên Rojhilata Navîn dinihêre 'neft" tê xuyakirin. Li Afrîkayê jî di çavên wan da almast, maden û xaza siruştî tê dîtin, lê însan xuya nakin. Gelek dewletên ku bi hezaran kîlomêtro ji dûr va tên Sûriyeyê şerê hêzê dikin, lê tenê Tirkiye bi helwest û hişmendiya 'heger însan bijîn wê dewlet jî bijî û wê li dinyayê aştî çêbe' tevdigere û hewl dide."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Moxolistanê di bernameya vekirinên komî ya Projeyên TÎKAyê ya Akademiya Rêvebiriya Neteweyî da axivî.
Yildirim destnîşan kir ku TÎKA li Moxolistanê proje û xebatên mezin dike û wiha peyivî: "Bihayê veberhênanên TÎKAyê yên li tevahiya Moxolistanê derdora 40 milyon dolarî ye. Ofîsa Kordînasyon û Bernameya Ulanbatorê ya di sala 2002yan da hat avakirin heta niha ji 550yî zêdetir proje û xebat çêkirine. Tenê di sala 2017an da li 9 bajarên cuda 30 projeyên qedyayî hatin vekirin. Bihayê projeyên navborî 2,5 milyon dolar e."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Tirkiye ji bona aştiya dinyayê hewl dide û wiha got: "Dema meriv li nava çavên dewletên ku tên Rojhilata Navîn dinihêre 'neft" tê xuyakirin. Li Afrîkayê jî di çavên wan da almast, maden û xaza siruştî tê dîtin, lê însan xuya nakin. Gelek dewletên ku bi hezaran kîlomêtro ji dûr va tên Sûriyeyê şerê hêzê dikin, lê tenê Tirkiye bi helwest û hişmendiya 'heger însan bijîn wê dewlet jî bijî û wê li dinyayê aştî çêbe' tevdigere û hewl dide."