Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Heta ji dest were divê ciwanên me bêhtir biçin zanîngehê. Niha li dinyayê em di vî warî da di rêza duyemîn da ne û ev di nav 15 salên dawîn da çêbû."
Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî Bernameya Perwerdeya Dervayî Welêt ya YLSYyê ya 2017an bû ku li Salona Şûrayê ya MEBê bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat kirin û li vir axivî.
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir ku hejmara ciwanên li Tirkiyeyê diçin zanîngehê zêde dibe û wiha got: "Heta ji dest were divê ciwanên me bêhtir biçin zanîngehê. Niha li dinyayê em di vî warî da di rêza duyemîn da ne û ev di nav 15 salên dawîn da çêbû."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ji ber ku li Tirkiyeyê hejmara zanîngehên hatine vekirin zêde bûne, bi vê serfiraz in û wiha peyivî: "Em bi hejmara zanîngehên xwe serfiraz in. Hin kes dibêjin hejmara zanîngehan zêde ye û dibêjin 'Çi hewce dike ku evqas zanîngeh hebin. Qîmeteke zanîngehan heye û heger hejmar zêde be wê qalîte kêm bibe.' Ev kes perwerdeya bilind layiqî ewladên vî welatî nabînin."
Yildirim xitabî xwendekarên ji bona perwerdeyê diçin dervayî welêt kir û wiha axivî: "Her dem li hember êrîşên dijî nirxên menewî û baweriyê li ber xwe bidin. Hûn ê li wir bi FETOyî, cudakar û komên neyarên welêt ra rûbirû bimînin. Em ji we bawer dikin. Hûn ê bersivên hewce dikin bidin wan û muemeleya pêwîst bikin. Şert û mercên we çi dibe bila bibe destûrê nedin ku kes dijî welatê we biaxive."