Elif Orhan
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hêviya min ew e ku tu kes ji bo têkçûyîna xwe veşêre êrîşî sîstema hilbijartinê û encaman neke û zirarê nede hêza mezin a demokrasiya welatê me."
Erdogan li Koşka Huberê ya li Tarabyayê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku "Gelê min ê ezîz li ku derê cîhanê dibe bila bibe welatiyên min ezîz ên ku dilê wan bi dilê me re lê dide, ez we bi hestên herî ji dil, bi mihabet, bi hurmet silavê didim we. Ez ji Xwedê dixwazim ku hilbijartinên 24ê hezîranê ji bo welêt û gelê me bibe wesîleya xêrê."
Erdogan qal kir ku encamên nefermî yên hilbijartinê diyar bûn û got ku "Li gor vê gelê me wezîfeya serokomarî û peywira rêveberiyê da me. Heman awayî piraniya Parlementoyê da Îtifaqa Cumhûr û AK Partiyê û di mijara peywira rêzikdanînê de jî berpirsyariyeke mezin lê bar kir."
Serokomar Erdogan spasiya her kesê ku di vê roja girîng de çû ser sindoqê deng da û peywira xwe ya welatîbûnê bi cî anîn kir û wiha axivî:
"Ez bi taybetî spasiya birayên ku deng dan şexsê min, partiya min û îtifaqa min dikim. Tabî li nav welêt û derveyî welêt spasiya hemû birayên xwe yên ku xwedî mafê dengdayînê ne û vê peywira xwe ya demokratîk bi kar tînin dikim. Ewlehiya sindoqê û azadiya dengdayînê îfadeya hêza demokrasiya Tirkiyeyê ye. Îro li her derê Tirkiyeyê gelê me bi vîna xwe ya azad çû ser sindoqê, dengê xwe da, ji bo xwe û welatê xwe tercîha xwe kir. Em her wiha kêfxweş in ku hilbijartin li her derê welatê me bi tekamuleke mezin hatin temamkirin. Di demokrasiyan de hilbijartin bixwe rojên wisa ne ku her kes qezenc dike. Ji ber vê ez hemû namzedên serokomarî û parlementeriyê yên ku beşdarî hilbijartinê bûn pîroz dikim. Hêviya min ew e ku tu kes ji bo têkçûyîna xwe veşêre êrîşî sîstema hilbijartinê û encaman neke û zirarê nede hêza mezin a demokrasiya welatê me."
- "Tirkiyeyê dersa demokrasiyê da"
Erdogan da zanîn ku hilbijartin bi beşdariyeke rekor hatin temamkirin û vê yekê wekî peyamekî gelekî girîng a gel a ji bo wan û hemû cîhanê dibînin û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Peyam gelekî eşkere ye; Tirkiye bi rêjeya beşdariya hilbijartinan a ji sedî 90 dersa demokrasiyê da hemû cîhanê. Îro welatên ku lê di rêja dora ji sedî 30,40, 50 beşdariya hilbijartinê hene xwe wekî demokrat didin nasandin, Tirkiye bi beşdariyeke ji sedî 90î dersa demokrasiyê îcra kir. Ez bangî kesên ku encamên hilbijartinên li welatê xwe yên ku bi rêjeya beşdariya ku nagihe ji sedî 50yî demokratîk qebûl dikin û hê jî bi awayekî şaş li welatê me dinêrin van encaman gelekî baş bixwînin.
Ez serkeftina 24ê hezîranê ya gelê xwe carekî din pîroz dikim. Ez ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ji bo ku Tirkiye ji ezmûneke demokrasiyê ya din serkeftî derkeve gelekî hewl da bigire heta lijneyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan, heta mişahidên partiyan, heyetên ku li ser sindoqan peywirdar in spasiya her kesê dikim. Ez spasiya serokdewletên hemû welatên dost û bira yên ku ji ber encamên hilbijartinê telefonî me kirin, ji bo lêgerînê xeber şandin re di şexsê wan de spasiya gelên dost û bira dikim."