LONDRA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got îdiayên ku dibêjin Tirkiye piştgiriyê dide komên terorîst ên li herêmê derew in û wiha axivî "Bingeha van îdiayan tune, bê edeletî me sûcdar dikin."
Serokwezîr Davutoglu pirsên Jeremy Bowenê Edîtorê Rojhilata Navîn ê BBCya saziya weşanê ya Îngilistanê bersivandin. Pirs li ser mijarên wek geşedanên li Iraq û Sûriyê, têkoşîna dijî terorê ya herêmî û xebatên avakirina hikûmetê de bûn.
-Tirkiyeyê piştgirî neda DAEŞê
Davutoglu wiha xeberda "Tirkiyeyê ne piştgirî da DAEŞê ne jî komên ku bi DAEŞê re têkiliya wan hene. Tirkiye niha ji 2 milyon mirovên ku ji Sûriyê hatine re malovaniyê dike. Me ew penaber qebûl kirin. Em niha bedêla şerê komên terorîst û rejima Esed didin. Hin alî me wekî ku em piştgiriyê didin komên terorîst nîşan didin û me bi vê sûcdar dikin. Em li hemberî DAEŞê ne ku ji bo Tirkiyeyê tehdît e. Em li dijî hemû komên terorîst ên li Iraqê û Sûriyeyê ne."
Bowen got "Gelo Tirkiye piştgiriya komeke bi El Nûsra an jî bi El Qaîdeyê re têkildar dike an na?" Davutoglu wiha bersiv da "Na, na, tu carê. Me tenê alîkarî da ew kesên ku ji ber komkujiyên Esed revîn, çekên kîmyewî revîn, bombeyên warîlê revîn. Bingeha van îdiayan tune, bê edeletî me sûcdar dikin. Heke di destê wan de delîl hene, bila kerem bikin werin, delîlên xwe daynin ser masê."
Davutoglu li ser pirsa Bowen a "Gelo dê Tirkiye eskeran bişîne Sûriyê an na?" wiha bersivand:
"Li gor min niha kes naxwaze leşkeran bişîne herêmê. Heke hêzên li Sûriyê têra xwe bi qewet bibin dê Tirkiye jî di nav de tu welat esker neşîne herêmê. Li vir a girîng ew e ku em piştevaniya wan hêzên li Sûriyê ne bikin, wan bihêztir bikin. Heke yek êrîşê Tirkiyeyê bike, ev kî dibe bila ew be, helbet em ê bertekê nîşan bidin. Ji bo cezakirina kesên ku êrîşî Tirkiyeyê dikin em ê hêzên xwe yên hewayî û yên din helbet bi kar bînin."
- Divê em hikûmeta nû ava bikin
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Vebijarkeke bê AK Partî tuneye. Teqez em ê di nav hikûmeta nû de hebin. Alternatîfeke din jî heye; lê niha hevdîtinên me yên bi CHPa partiya mixalefetê ya sereke re dewam dikin.
Duh ez bi Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê re li ser vê mijarê axivîm. Em bi berfirehî li ser mijarê rawestiyan. Ji bo avakirina hikûmeta nû, çi dikeve ser milên me em bi cih tînin. Divê em hikûmeta nû ava bikin."