BOGOTA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos Calderon piştî hevdîtinên di navbera lijneyan da civîna çapemeniyê ya hevbeş kirin.
Serokomar Erdogan wiha got: "Em ê bi peymanan têkilî û pêwendiyên di navbera her du dewletan da xurt bikin. Têkiliyên her du dewletan gihêştine astekê. Em dixwazin hejmara tûrîstên ku ji Kolombiyayê tên zêde bikin. Em li Amerîkaya Başûr şaxa 2yemîn a TÎKAyê li Kolombiyayê vedikin."
- Merasima leşkerî
Serokomar Erdogan li Qesra Serokomariyê ya Kolombiyayê bi merasima leşkerî hat pêşwazîkirin. Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos Calderon li ber Qesra Serokomariyê ya Kolombiyayê pêşwaziya Erdogan kir.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk bi Erdogan ra beşdarî merasima pêşwazîkirinê bûn.