MARDÎN
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî hefteya borî tayîna 15 hezar mamosteyan kir. Di nav van mamosteyan da 9 mamoste jî ji beşa Zarava û Zimanên Zindî hatin tayînkirin.
Arif Bîngolê ku di beşa Zarava û Zimanên Zindî da hat tayînkirin, li Midyada navçeya Mêrdînê dest bi wezîfeya xwe kir.
Wekîlê Midûrê Perwerdeya Neteweyî Abdulkadîr Altay destnîşan kir ku ji ber tayînkirina mamosteyên kurdî kêfxweş in.
Altay destnîşan kir ku gelekî girîng e ku zarok bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibînin û wiha got: "Cara ewil e ji bo kurmancî li navçeya me mamoste tê tayînkirin. Em kêfxweş in, helbet gelek kes jî li benda tayînkirinê ne. Ji bo gelê me jî ev girîng e. Wê bi kurdî ders were dayîn."
Arif Bîngolê ku tayîna wî derket Dibistana Navîn a Fahrettîn Onen destnîşan kir ku li Zanîngeha Bîngolê di Enstîtuya Zarava û Zimanên Zindî da bi kurmancî perwerde dîtiye û got ji ber ku tayîna min derket kêfxweş im.