Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, bi Serokê Parlementoya herêma Kurdistana Iraqê Yusuf Muhammed Sadiq re hat bal hev.
Hevdîtin li meqamê Sadiq û bêyî çapemeniyê çêbû. Serkonsolosê Hewlêrê Înam dema ku ji parlementoyê derket, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hevdîtin wek serdaneke rûtîn e. Înam wiha axivî: "Em û serokê parlementoyê car caran hevdîtinê dikin û li ser mijarên herêmî disekinin. Îro jî em bi vê mexsedê hatin bal hev û li ser qadên tevkarî û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê sekinîn."
Înam got ko wî ji bo her du kampên ku AFADê li Dihokê vekirin, ji Serokê Parlementoyê Sadiq re sipas kir û wiha dewam kir: "Ev kamp tenê gavek e. Tirkiye ji destpêka pevçûnan ango ji meha hezîranê û vir ve, alîkariya mirovahî şand. Di vê pêvajoyê de rayedarên herêma Kurdistanê, kêfxweşî û sipasiya xwe anîn ziman."
Serkonsolos Înam ziyareta Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya 21ê sermawezê ya Hewlêrê bi bîr xist û wiha got: "Ziyareteke girîng û serkeftî bû. Birêz Serokwezîr tesîrên erênî li vir kirin. Ev ji siyasetmedaran bigre heta mirovên ewam wisa ye. Em bawer dikin ku ziyaret wê bidomin. Em cînar in, têkiliyên me yên xurt hene."