SAKARYA
Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Endamê Koma Herêma Rojhilata Enadolê Mehmet Uçum daxuyand ku biryara PKKê ya der barê rawestîna vekişîna derveyî sînor nayê wateya astengiya pêvajoya çareseriyê.
Uçum, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku her çiqas astengî derkevin jî, wê pêvajoya çereseriyê bidome.Uçum got ku li Tirkiyeyê êdî hatiyê fêmkirin ku çareseriya vê meselê divê ku bi hevdîtin û siyasetê ve çêbibe û wiha dewam kir:
"Di daxuyaniyê de gotine ku dê agirbest bidome û ev jî siyaseta vî kariye. Vê dema pêşiya me dema hilbijartinê ye. PKK û BDP jî dikarin li gor rojeva siyasetê tevbigerin û li gor van tiştan biryarên wiha bidin. Ev biryar, nabe astengiya pêvajoya çareseriyê."
Uçum wiha got: "PKK bi awayekî mezin derketiye derveyî welêt. Em dê dîsa nekevinheyameke şer û pevçûnê. Piştî ku Meclîsa Mezin ya Gelê Tirkiyê (MMGT) vebe û pakêta demokratîkbûnê derkeve holê ev pêvajo dê teqez xurttir bibe."
Uçum, axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Pêvajoya çareseriyê bi muzakereyan ve didome. Ez bawerim ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan û rêvebirên PKK yên li Ewropayê dê bidomin. Ev hevdîtin bi vî rengî bidomin wê pêvajoya çareseriyê bê rawestin bidome. Jixwe pêvajoya çareseriyê ji ber ku şer û pêvçûnan feyde neda dest pê kir. Ev şert û merc pir neguheriye ji ber vê yekê wê pêvajoya çareseriyê bidome.Her dû alî jî naxwazin ku şerekî bê wate bikin çimkî şer ji bo her dû aliyan jî xetere ye. Heta ji wan tê divê ku pêvajoya çareseriyê bidominîn. Siyaseta rojane pir girîng e. Ji bo dengan dibe ku pêvajo bê rexnekirin lê dîsa jî divê pêvajo bidome. Ev dê li ber pêvajoya çareseriyê nebe asteng û dê bidome."