DIYARBAKIR
Serokê Şandeya mirovên aqilmend a başûrojhilat Yilmaz Ensaroglu, daxuyaniya PKKê ya der heqê rawestandina vekişînê de ji nûçegihanê AAyê re wiha nirxand: "Ev biryar, ji bo yên ku PKKê piçekî nas dikin ne suprîz e. Bi ya min ev ne biryareke stratejîk e, biryareke taktîkî ye."
Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun jî got ku ev daxuyaniya PKKê dihate payîn, lewra bi qasî hefteyekê berê Cemîl Bayik got: "Em vekişînê disekinînin". Çoşkun got ku daxuyaniya nû gotinên Bayik piştrast kirin.
Serokê Baroya Şirnakê Nûşîrevan Elçî jî got bi îdîaya baş gav nayên avêtin gilî dihate kirin lewra jî ev daxuyanî ji hêla raya giştî ve dihate payîn.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Ahmet Sayar jî bi bîr xist ku bi 8 mehan şer rawestiyaye û mirin çênabin û ev rûdanên baş in û bal kişand li ser besteka demokratîkbûnê.
"Niha li başûrojhilat fikra gelemperî ew e ku rawestana vekişînê nîşana xitimînê ye, lê wek encam pêvajo didome. Niha hêviya giştî, ew e ku hikûmet di mijara besteka demokratîkbûnê de gav bên avêtin. Ez bawer dikim ku bi avêtina gavên ku ewlehiyê zêde bikin wê vê xitimînê ji holê rake."