14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
ANKARA
Alîkarî Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş got ku Tirkiye ji ber hebûna kurdên li bakurê Sûriyeyê aciz nîne û wiha axivî: "Lê em ji rêxistineke terorê ya ku bakurê Sûriyeyê bike dewleteke terorê aciz in. Ji ber wê ji bo me tu qîmet û tu meneya qaşo hin kantonên ku tên îlankirin an jî qaşo serxwebûnên ku tên îlankirin, tune."
Kurtulmuş li Koşka Çankayayê dema ku Lijneya Wezîran dewam dikir daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivand.
Li ser pirsa "Li Minbicê PYDê xwerêvebirin îlan kir. Der barê vê de hevdîtin çêbûn gelo?" Kurtulmuş anî ziman ku tevgera Tirkiyeyê pir eşkere ye û wiha dewam kir: "Em vê bi aliyên ku eleqeya wan heye re diaxivin. Em ji ber hebûna kurdên birayê me yên ku li bakurê Sûriyeyê aciz nînin, lê em ji rêxistineke terorê ya ku bakurê Sûriyeyê bike dewleteke terorê aciz in. Ji ber wê ji bo me tu qîmet û tu meneya qaşo hin kantonên ku tên îlankirin an jî qaşo serxwebûnên ku tên îlankirin, tune."
Kurtulmuş got ku Tirkiye wê destûrê nede ku li Minbicê ev tişt biqewimin û wiha axivî: "Em der barê vê de him bi amerîkiyan re û him jî ûrisan re diaxivin. Wek ku di civînên çapemeniyê yên din de jî me got Minbic a gelê Minbicê ye. Bê gotin ku em DEAŞê li wir derxin û paşê rêxistineke biçek bînin wir bi cih bikin û bi pergala wir a demografîk re bilîzin ji bo aştiya Sûriyeyê nîne. Ez dixwazim bibêjim Tirkiye wê tu carê vê tevgerê qebûl neke. Li ber çavên me tu qîmeta îlankirina qaşo xweseribûnê tune."