KIRKLARELÎ
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li qada Komarê ya Kirklareliyê axivî û muxalefet rexne kir û wiha got: "CHP siyaseta qasêtan, MHP siyaseta heqaretê, BDP jî siyaseta rakeşiyê, AK Partî jî siyaseta berheman dike yanî cudahiya me ev e.
Serokwezîr serdana CHPê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ku ji aliyê dadgehê ve hat redkirin jî bi bîr xist û got: "Kar û xebatên van a ew e ku herîn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Li kaxizekê dinivîsînin û dişînin wê derê. Paşê jî diçin li ber Dadgeha Destûra Bingehîn yek du daxuyaniya didin. Ew zen dikin ku ev kar dê biqede. Milet vî karî dê biqedîne, niha 29 roj maye, 29 roj bi şûnde ewê qewara bejn û bala xwe bibînin."
Serokwezîr li ser rûdanên ku li Misir, Sûriye, Ukrayna û Iraqê diqewimin jî sekinî û got ku dafikên muxalefetê Tirkiyeyê dide sekinandin û wiha dema kir: "Di nav 4 salan de cara ewil Midûrê Giştî yê CHPê gotineke rast got. Ew dibêje 'Kesê derewkar û diz nikare bibe serokwezîr.' Ji ber vê ye ku ew midûrê CHPê nikare bibe serokwezîr û ew ê tu car jî nebe. CHP jî tu car dê nebe desthilatî. Lewra hemû derew û şiltaxî bi wan re ye."