SÎVAS
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Îsmet Yilmaz li Sîwasê beşdarî bernameyekî bû. Yilmaz piştî bernameyê pirsên rojnamevanan ên der barê rojêvê de bersivand. Rojnamevanekî bibîrxist ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameyeke Almanyayê re daxuyand ku "Tirkiye û Amerîka ji dewleteke kurd a ku dê ava bibe re dengê xwe dernaxin." û derbarê vê de fikrên Yilmaz pirsî.
Yilmaz li ser vê pirsê wiha got: "Di zagona Iraqê ya niha de li bakur herêmeke xweser, wek dewleteke federal a bi navê Rêvebiriya Kurdistana Iraqê ya Bakur heye. Wek Tirkiye nêrîna me ew e ku divê hemû welatiyên Iraqê ji mafên bingehîn û azadiyan para xwe hildin. Em dixwazin ku yekitiya axên Iraqê bê parastin û tu kes neyê jidûrxistin. Ji ber ku hikûmeta navend pişta xwe da komekî û yên din ji rêvebiriyê ji dûr xist, Iraq îro bû 3 perçeyan. Wek Tirkiye nêrîna me ew e ku divê yekitiya axên Iraqê bê parastin û hemû nijad û baweriyên îraqî wek welatiyên yekemîn bên dîtin. Divê hemû bi awayekî wekhev ji çavkaniyan para xwe hildin û der barê pêşerojê de jî hêviyên wan hebe. Divê rêvebiriya navend vê bike. Ev berpirsyariya wan e. Heke ev wezîfe bê îxmalkirin, hinekên din jî dê rabin ji bo çareseriyê serî li rê û deriyên din bidin. Daxwaza Barzanî jî li ser vê ye. Divê rêvebiriya navend li gor çarçoveya yekitiya axa Iraqê sîstemekî ava bike ku hemû mirovên li Iraqê dijîn bi awayekî wekhev û adil dewlemendiyên Iraqê parve bikin."