ANKARA
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê got "Li gor derfetên ku xwe dispêrinê, namzedên Serokomariyê yên li hemberî me namzedên xezîneyê ne. Namzedê gelan ê serokomariyê birêz Selahattîn Demirtaş e."
Yuksekdag di komcivîna partiya xwe de axivî û parast ku kesên ku li ba wan kesên ku qetlîama Sîwasê kirin cî girtin, ewên ku parêzvaniya wan kirin, pişt re di siyasetê de bûn kesên ku di destê wan de hêz heye û hatin xelatkirin.
Yuksekdag diyar kir ku hilbijartinên Serokomariyê di navbera "Dahatûya Tirkiyeyê û statuko"yê de bên kirin û wiha axivî: "Di pêvajoya hilbijartina serokomariyê de du nêrîn xwe bi awayekî eşkere nîşan didin. Yek nêrîna ku berdewamiya statukoyê û polîtiqayên dewletê diparêze û restorasyon têrî wan dike. Ya duyemîn jî nêrîna siyasî ya ku hêza xwe ji gelan, ji daxwaza guherînê û têkoşîan wan distîne ye. HDPnûnerê nêrîna duyemîn e. Selahattîn Demirtaş alternatîfeke wisa ye ku di nav têkoşîna qezenckirin, guherîn û azadbûna gelên bindest de derketiye holê"
Yuksekdagê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û diyar kir ku Serokwezîr vekirina tesîsan dike wekî mitîngên hilbijartinê û wiha axivî: "Her tiştê ji bo xwe heq, ji bo kesên din qedexe dibîne".
Yuksekdagê destnîşan kir ku ew xwedî tu derfetên ku her du namzedên din xwedî ne, nînin û wiha axivî: "Em li gor Ekmeleddîn Îhsanoglû jî bi heman rewşa ne wekhev re rû bi rû ne. Ji bilî me hemû namzedên Serokomariyê ji xezîneyê arîkariya dewletê jî sûd werdigirin. Namzedên li hemberî me li gor derfetên ku xwe dispêrinê, namzedên xezîneyê ne. Ew namzedên arîkariya xezîneyê û derfetên hikûmetê ne. Heke hûn namzedê gelan bipirsin ew çax namzedek tenê heye, ew jî birêz Selahattîn Demirtaş e."
- Pêşiya beşdarbûna siyasî vekin
Yuksekdagê diyar kir ku Qanûna Pêvajoya Çareseriyê erênî dibînin û got ku divê gavên ku ji niha pê de dê bên avêtin, demildest bên avêtin.
Yuksekdagê xwest ku pêşiya hemû siyasiyên di girtîgehan de bê vekirin da ku bikaribin tevî siyasetê bibin û parast ku Serokwezîr û hikûmet destê aştiyê yê ku hat dirêjkirin ji bo dahatûya siyaseta xwe bi xwe bi kar tîne.
Yuksekdagê got ku "Hikûmeta AKPyê hê jî zorê dide xwe. Êdî bêtir bi wijdanan, bi daxwaza edalet û çareseriyê re neleyizin. Gelên Tirkiyeyê êdî li ber vê tehemul nakin. Pêşiya pêvajoyê vekin. Gevên ku divê bên avêtin, demildest biavêjin."