Li Lijneya Giştî ya TBMMyê piştî hevdîtina ser nîqaşên ûsulê ya ku CHPyê bi daxwaza "8 wezîr ji aliyekî ne, ji bo ku ji kesên serbixwe wezîr bên tayînkirin miameleyê bidin seknandin" wezîrên ku ji kontenjana serbixweyan hatin tayînkirin, dest bi sondxwarinê kirin.
Li Lijneya Giştî piştî navberê ji nû ve rûniştin hat vekirin û Cîgirserokê Koma AK Partiyê Dogan Kubat ji cihê xwe rabû û axivî.
Wekîlî Serokê TBMMyê Aydin dema got ku "Ez nîqaşa ûsulê vedikim" Cîgirserokê koma CHPyê Engîn Altay bi gevên mezin ber bi Dîwana Serokatiyê ve meşiya û îtirazî vê biryarê kir. Piştî Altay Cîgirserokên Koma CHPyê Ozgur Ozel û Levent Gok, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin û Cîgirserokê Koma HDPyê Îdris Balûken jî hatin ber Dîwanê.
Cîgirserokê Aydin dema ku îtirazên xwe dikirin navber da rûniştinê û bangî cîgirserokên koman kir ku biçin li odeya paş hevdîtin bikin.
Koray Aydin piştî ku rûniştinê ji nû ve vekir got ku di dengdayîna der barê usulê de ji ber ku di mijara endamên katip de îxtilaf derketiye dê miamele car din bi cîhaza elektronîk bê kirin.
-'Hikûmeta hilbijartinê di nav dengdayîna ewledariyê de nîne"
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal îtirazê vê biryarê kir û diyar kir ku ev hikûmet hikûmeta hilbijartinê ye û bi awayekî eşkere di Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin ku tabîiyê dengdayîna ewledariyê nîne.
Cîgirserok Aydin diyar kir ku di tuzuka navxweyî de mafê xwestina dengdayînê heye û got ku "Mafê min jî heye ku ez vê rayeyê bidim bikaranîn, min jî ew raye bi kar anî û dengdayîn kir. Nîvco ma, di nav endamên katib de îxtilaf derket. Ez dê niha miameleya dengdayînê bi cîhaza elektronîk bidim dubarekirin. Ez 5 deqiqe wext didim û miameleya dengdayînê didim destpêkirin. Ez nîqaşa ûsulê ya der barê rayeya min heye an tune de pêşkêşî raya we dikim."
Dema ku dengdayînê berdewam dikir gelek parlementer li ber Dîwana Serokatiyê kom bûn.
Amîrê Îdareyê yê HDPyê Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder piştî navberê axivî. Onder parast wezîrên ku sond nexwarine nikarin tevî faliyetên Lijneya Giştî bin û xwest ku heta ev mijar bê çareserkirin bila wezîran derxînin derve.
Cîgirserokê TBMMyê Koray Aydin diyar kir ku wezîr li gor destûra bingehîn di Lijneya Giştî de ne.
Aydin pişt re ji bo helwesta xwe dengdayîn kir. Dema ku dengdayîna îşarî berdewam dikir, endamê katib ê HDPyî Parlementerê Mêrdînê Erol Dora ji qursiyê hat ber rêza parlementerên AK Partiyê û parlementerên ku di lehê helwesta serok de deng dan jimart.
Pişt re parlementerên ku dengê dijber dan destê xwe rakirin. Di vê navberê de hat dîtin ku hin parlementerên MHPyê îşareta gurê çêkirin û destê xwe wisa rakirin.
AK Partiyiyan bi telefonên xwe wêneyên parlementerên muxalefetê yên ku destê xwe rakirin kişandin û Aydin hişyariya "Wekî jimarê tê dîtin, rûnin" da wan.
Aydin pişt re ji bo ku sond bixwin bangî wezîrên serbixwe kir ku derkevin ser dikê. Ewil Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok sond xwar.
-11 wezîran sond xwar
Wezîrên ku di Lijneya Giştî de sond xwarin ev in:
"Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Kudbettîn Arzu, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Ahmet Erdem, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşen Gurcan, Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Cenap Aşçi, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Yalçin Topçu, Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdî Gonul, Wezîrê Behrevanî û Ragihandinê Ferîdun Bîlgîn."
Dema Wezîrê Karên Navxweyî Altinok sond dixwar parlmeneterê HDPyî ji Lijneya Giştî derketin.
-"Dengdayîn baş nehat kirin"
Ji aliyê din ve Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di nirxandina xwe ya ku di kulîsa Parlementoyê de da rojnamevanan de îdia kir ku "dengdayîn baş nehat kirin" û wiha axivî: "Ne pergala elektronîk ne jî dengdayîna eşkere baş nehatin kirin. Di rewşa asayî de jimara muxalefetê zêdetir dixuya lê nişka ve derbasî merasima sondxwarinê bûn. Lê vê yekê ev nîşan da, ev wezîr nayên qebûlkirin. Parlemento van wezîran qebûl nake. Hemû AKPyî ne serbixwe filan nînin. Sûcê destûra bingehîn hat kir, hem Serokomar hem jî Davutoglu. Kanê hûnê bibêjin 'ma cara ewil dikin' na, jixwe hebûna wan li dijî destûra bingehîn e."