Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Karayilan û Ozkokê ku bi heqaretên manend êrîşî serokomarê me dikin divê pêşî fedîkirinê hîn bibin. Serê exlaq û wijdanê edep û însaf e."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan ji ser hesaba xwe ya Twitterê der barê qunciknivîsa Ertugrul Ozkok de nirxandin kirin.
Akdogan got ku "Karayilan û Ozkokê ku bi heqaretên manend êrîşî serokomarê me dikin divê pêşî fedîkirinê hîn bibin. Serê exlaq û wijdanê edep û însaf e. Di terorîstê ku ji destê wî xwîn dilop dike de lêgerîna exlaqê beyhûde ye lê mirov gelekî xemgîn dibe dema dişibine ku kesên di destê wan de pênûs hene ketine nav îrtifayeke manend."