ADIYAMAN
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Kesên piştî ku otorîteya Îsraîlê meşrû dîtin, li Tirkiyeyê der heqê Serokwezîrê ku bi îradeya gel ve hatiye hilbijartin de dosyeyan amade bikin û bêjin 'Serokwezîrê wê heyamê' hebin, wê li ber milet û dîrokê hesab bidin."
Davutoglu di 5emîn Kongreya Bajêr ya partiya xwe de li Salona Sporê ya Zanîngeha Adiyamanê axivî. Davutoglu bûyerên Parqa Geziyê û bûyerên 17 û 25ê çileya pêşîn bi bîr xist û got ku ji bo astengkirina serokomariya Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl hatin dayîn.
Davutoglu destnîşan kir, "Nikarin pêşiya kesê ku ji nav gel tê û guh dide gel bisekinin" û got ku tiliya CHPê di bûyerên geziyê de jî hebû û wiha dewam kir: "Li ku derê wesayet hebe, CHP li wir e, li ku derê derbe hebe, CHP li cem e."
Davutoglu li ser bûyerên 6 û 7ê cotmehê jî sekinî û got ku li Adiyamanê bi behaneya bûyerên Kobanê kesî bejna xwe netewand û wiha dewam kir: "Ev diyar diyarên biratiyê ne. Silav li Adiyamanê be. Tirk, kurd, zaza, elewî, sunî, hemû welatiyên me bira ne."
"Pêvajoya çareseriyê wê bi hişmendiyeke biratiyê ve serkeftî bibe"
Davutoglu destnîşan kir, ciwanên Adiyamanê pênc quruşê xwe ne bi bûyerên Geziyê, ne bi bûyerên Kobanê û ne jî bi kûmpasên 17 û 25ê çileya pêşîn dan û got ku ciwanên Adiyamanê bejna xwe netewandin û gotin ku "îradeya milî û biratî".
Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê wê teqez bi hişmendiyeke biratiyê ve bê meşandin û serkeftî bibe. Em ê careke din wek bûyerên 6 û 7ê cotmehê, destûrê nedin şidet û terora vandalan û kesên ku bi zimanê tundiyê diaxivin û hewl didin ku polîtîkayeke yek reng çêbikin."
Davutoglu got ku li Tirkiyeyê dewra mihebet, pêşveçûn û rûmetê dest pê kir.