İSTANBUL
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser rêxisitna parelel û wiha got: "Ka we digot em rêxistin nînin? Bala xwe bidinê xeber çawa belav dibin, hûn dibînin ne wisa? Heke hûn ne rêxistin bûna, we yê ev agahî çawa bi dest bixistana? Ji ber hin kes bi van tiştan zanibûn, di malên xwe de nesekinîn, çûn di karxanayên rojnameyan de sekinîn. Gelo çima çûn li wan dera sekinîn? Çima çûn di wan deran de sekînîn, gotin dê kes nikaribe bê me ji van deran derxe. Bawer im di vê navberê de, çend kes revîn jî. Wiha tevdigerin. Madem ku hûn rastgo ne, dirust in, ji dil û can in, tu sucên we tuneye di cihê xwe de, bisekinin û dema ku bangî we kirin jî werin teslîm bibin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima îmzeyê ya Projeya Peyka Ragihandinê ya 6A TURKSATê ya li TUBÎTAKê hat lidarxistin bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan rêxistina parelel wek "Xaşxaşiyan" bi nav kir û wiha got: "Ev xayinê ku ketibûn nav endamên TUBÎTAKê mixabin ji aliyê darazê ve dihatin parastin. Şikir ji Xweda re niha ev hemû Xaşxaşî ji nav TUBÎTAKê tên derxistin. Ez niha nabêjim ku hemû hatin tesbîtkirin û derxistin; lê dê hemû bên derxistin. Em bi hêvî ne."
Serokomar Erdogan: "Şebekeyekî îxanetê di nav TUBÎTAKê de bi cih bûye û ev şebeke hemû hêza xwe ne ji bo welat, al û gelê xwe ji bo îxanetê xerc dike. Ne ji bo zanist û teknolojiyê dixebitin ji bo guhdarkirina têlefonên bikrîpto ên erkdarên payebilind ên dewletê hewl didin. Li wir xebatên nebaş tên kirin. Heke têlefona min a bikrîpto ji aliyê kesên ku ev têlefon dan min ve bihata guhdarkirin min ê deng nekira; lê mixabin ev têlefon ji aliyê kesên di nav TUBÎTAKê de wezîfedarin ve tê guhdarkirin. Ev baş nîşan dide ku em çawa ji aliyê piştê ve tên kêrkirin."
Ji aliyê din ve Erdogan bal kişand ser operasyonên ku birin ser koma Tahşiyeyê û got ku di encama operasyonan de endamên rêxistina parelel Tahşîyeyiyan girtin û avêtin girtîgehan.
Erdogan bal kişand ser rewşa Mehmet Doganê kor ku 17 mehan di girtîgehê de ma û wiha dewam kir: "Bûyer, meseleyeke azadiya çapemeniyê nîne. Vaye bi awayekî eşkere jixwe dibêjin. Ev bûn ku mirovekî herdu çavên wî nedidîtin anîn wek serokê operasyonê girtin û 122 kes jî avêtin hebsê. Ev pêvajo ye ku li ser giliya wan mirovan wiha dewam kir û vê gavê jî bedela vê pêvajoyê didin û wê bidin."
Erdogan biryara girtinê ya Yekîtiya Ewropayê jî rexne kir û wiha got: "Bila Yekîtiya Ewropayê rayeya midaxaleyê di xwe de nebîne û tevî karê me nebe û li karê xwe binihirê."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima tesîsên fuel oil TUPRAŞê bû û li vir axivî.
Erdogan ji kesên ku di vekirina tesîsê de keda wan heye re sipas kir û got: "Ev tesîs wê bibe wesîle ku Tirkiye bibe baregeha vejenê."
"Tiştên ku diqewimin pêvajoya normalbûnê ne"
Erdogan bal kişand ku her çend her cure operasyon bên kirin jî Tirkiye dîsa hêztir dibe pêşve diçe û wiha axivî:
"Em û kesên ku li welêt û li derveyî welêt bi operasyonan, bi nûçeyên derew, bi manşetên derew ve hê dixwazin îstiqameta Tirkiyeyê tayin bikin, em bi tu awayî li hev nayên, em bi tu awayî çok li ber wan venadin. Şikir li Tirkiyeyê geşedanên pir xweş çêdibin. Înşallah wê xweştir bibe. Hemû tiştên ku diqewimin nîşaneya pêvajoya normalbûnê ne. Vê yekê ji bîr nekin, tovê Tirkiyeya nû şîn dibin. Kesên ku dixwazin Tirkiye vegere rojên berê û ji bo vê jî hewildana karên qirêj, îtifaqên qirêj dikin jî wê caba xwe hildin."
Erdogan got: "İnşeallah medya wê di demeke kurt de ji nav têkiliyên qirêj ên ku ketiye nav, bifilite, ez wisa difikirim. Ez wisa bawer dikim ku wê xwe ji nav vê wesayeta talûke xelas bike. Yên ku li ber van rêxistinên qirêj çok vedidin, xelasbûna wan tuneye û wê ber gel têk biçin. Divê ev yek wiha bê zanîn. Ev milet wê nekeve defik û şantajan. Hin (welatên) navneteweyî li ser welatên me, li ser gelê me kumpasan çêdikin, ev milet nakeve defikê û wê nekevê jî."