03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ANKARA
Serokwezîr Davutoglu: "Ew bi xwe li ber nemanê ne, dixwazin digel qedandina xwe va, siyasetê jî biqedînin û hewl didin meclisê bikin cihê pevçûn, rageşî û lihevnekirinê. Bila hîç gumana we nebe, çi kesên ku bixwazin xwînê li Mizgefta Mezina Bursayê ya birayê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê birijînin, wê teqez tol ji wan bê sitendin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Milyonên ku hêviya wan bi AK Partiyê hene, bila meraq nekin. Ezê pêl nefsa xwe kim ku, her meqamên ku wisa difikirin faniyek nikare terk bike, ez dikarim terk bikim. Lê tu caran ez dilê hevalên xwe yên ku di vê tevgera pîroz de cih girtine naşkînim. Ez destûrê nadim ku ev tevgera pak a ku hêviya mezlûmên dinyayê ye zirarê bibîne, kadroyên wê yên xwedî dilekî pak in xemgîn bibin û bikevin nav yeîsê."
Serokwezîr Davutoglu: "Baweriya me tenê bi yek berhevkarê dosyayan heye. Ewên ku li ser milê rast û çepê ne. Bila ew heqiyê binivîsin bese, yê mayî çi dinivîsin bila binivîsin. Kî çi fitneyê bike bila bike, kî çi bike bila bike, divê em di serî da ji wan herdu berhevkarê li ser milan bitirsin, divê em ji Xwedê bitirsin, divê em ji tiştekî din netirsin."