03 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Der heqê Parlementera berê ya Stenbolê ya HDPyê Sebahat Tuncelê da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê kir" va doz hat vekirin û seba wê ji 8 salan heya 20 salan daxwza hepsê tê kirin.
Îdianameya der barê parlementera berê Tuncelê da ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va hat amadekirin, ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran va hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat destnîşankirin ku bersûc Tuncelê di dema parlementeriya xwe ya Stenbolê ya ji BDPyê da di nava pêkhatina KCK/TM ya ku li ser navê rêxistina terorê PKK/KCKyê li Tirkiyeyê fealiyetan dike da di bin baskê qada siyasî da fealiyet meşand.
Di îdianameyê da herwisa axaftina têlefonê ya di navbera Hevserokê Giştî yê DBPyê Kamûran Yuksel û Tuncelê da jî cî digire. Hat diyarkirin ku bersûc seba hevdîtina bi rêveberên payebilind ên KCKyê ra çû Brukselê.
Herwisa di îdianameyê da bal kişandin ku hat tespîtkirin, bersûc Tuncelê di Akademiyên Siyasetê yên ku bi emrê Abdullah Ocalan hatin damezirandin da dersa "Dîroka PKKyê" da û wiha hat gotin:
"Tuncelê di lidarxistina çalakiyên bêdestûr ên li seranserê welat ên ku bi îdiaya Ocalan di girtîgehê da tûşî miemeleyên xirab tê û bibû ciyê propagandaya rêxistina terorê da roleke sereke wergirtiye. Tuncelê di nava pêkhatina qaşo "komîsyona ekolojiyê" ya ku armanca wê, astengkirina çêkirina bendavên li herêmê ne da cî girtiye."
Di îdianameyê da hat gotin ku bersûc Tuncelê di kanala têlevîzyonê ya rêxistina terorê PKKyê da propagandaya terorê kir.
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ya ku îdianame qebûl kir, ji ber ku têkildariya wê ya hiqûqî û fiîlî pê ra heye, biryar da ku dosyeya bersûc Tuncelê tevlî doza sereke ya KCKyê ya ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin were kirin.
Cezayê ku tê xwestin
Der heqê bersûc Tuncelê da ji ber tawanbariya "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê kir" va ji 8 sal û 6 mehan heya 20 salan daxwaza hepsê tê kirin.