06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
MOSKOVA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bal kişand ser têkiliya Tirkiye-Rûsyayê got: "Em hemû bi hev du re dibînin ku şopên sala borî nemane. Em karin tecrubeya salekê baş binirxînin û têkiliyên stratejîk yên navbera her du welatan de bigihînin asteke baştir."
Serokwezîr Yildirim bi Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev re li rezîdansa serokwezîriyê ya nêzî Moskovayê hat bal hev.
Yildirim di beşa hevdîtinê ya li ber endamên çapemeniyê hat kirin de wiha axivî: "Em hemû bi hev du re dibînin ku şopên sala borî nemane. Em karin tecrubeya salekê baş binirxînin û têkiliyên stratejîk yên navbera her du welatan de bigihînin asteke baştir. Ev mumkun e, mînakên vê hene."
Yildirim destnîşan kir ku pêşveçûna têkîliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da bi tenê ne ji bo herdu welatan ji bo têkoşîna dijî terorê ya li herêmê û pêkhatina aştiyê jî bi kêr tê û wiha pê da çû: "Xebatên qada çand, civakî, turîzm û bazirganiyê di serî da projeyên mezin ên sekinî ji asta ku mane wê dewam bikin û ev yek ji hêla herdu welatan jî tê hêvîkirin. Bi taybetî jî em gavên ku ji meha tebaxê vir va hatine avêtin mêze dikin. Ji bo vê em spas dikin û wisa difikirin ku di vê qadê da zû pêşveçûn wê zêdetir bi kêr bê. Di vê mijarê da em, wezîrên me û hewce bike serokwezîrên me wê hevdîtineke di nav xwe da bikin. Ez ji ber mazûvanî û ezimandina li hemberî me nîşan dan spas dikim."
Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev jî bal kişand ser têkîliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ku demeke zor li pişt xwe hiştin û got ku bi vê hevdîtinê têkîliyên herdu welatan wê pêşdatir biçin.
Medvedev got ku ji ber hin sedeman têkiliya herdu welatan ji bo demekê hinekî rawestiya, lê piştî vê civînê armanca wan ew e ku di qada aborî, veberhênan û çandê de ew car din têkliyan xurt bikin.
Medvedev wiha axivî: "Me rewşeke zehmet li dû xwe hişt. Bi ya min ev hevdîtin wê baş û bifêde derbas bibe."
Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûşti Berat Albayrak jî di heyeta Tirkiyeyê de cihên xwe girtin.
Di heyeta Rûsyayê de jî Alîkarê Serokwezîr Arkadiy Dvorkovîç, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Denîs Manturov, Wezîrê Vejenê Aleksandir Novak beşdarî hevdîtinê bûn.