06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Têkiliyên navbera Rûsya-Tirkiyeyê de tenê her du welatan eleqedar nake, di heman demê de herêma me jî ji nêz ve aleqedar dike. Erdnîgariya ku em li serê jidayikbûne, me diyar nekir; lê belê em karin ji bo siberoja cografyaya xwe biryarê bigirin."
Serokwezîr Yildirim: "Ji ber taybetiya herêmê wezîfeya Tirkiye û Rûsyayê pir û pir giring e, di heman demê da berpirsiyariya me heye. Îro îdî hemû welatên dinyayê pabendî hev in. Şansê me tuneye ku em bêjin 'Çi eleqeya min bi Rûsyayê heye, çi eleqa min bi Tirkiyê heye, Sûriye ji min ra çi, Iraq ji min ra çi'. Tesîra xweşiyê jî ya tengasiyê jî li ser me heye. Heke em berê xwe ji pirsgirêkên herêmî biguherin, ev pirsgirêk wê paşê belav bibin û bibin pirsgirêkên kurewî. Vaye PKKya rêxistina terorê, DEAŞa rêxistina terorê, Qaîdeya rêxistina terorê, Boko Heram. Sedema derketina rêxistinên terorê di çareserkirina pirsgirêkên herêmî da derengmayîn e. Ev derengmayîn jî paşê dibin sedema pirsgirêkên dijwartir."