08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
WASHINGTON
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Washingtona paytexta DYAyê dest bi hevdîtinên xwe kir û li vir bi Senatorê Tennesseeyê Bob Corker ê ku di nava Komarparêz da yekî li pêş e, ra hat cem hev.
Hevdîtin li otêla ku Serokwezîr Yildirim lê dimîne, pêk hat û herwiha hevdîtinê bêtirî saetekê ajot.
Di hevdîtina ligel Corker ê ku di heman demê da Serokatiya Komîteya Peywendiyên Derva ya Senatoya DYAyê jî dike da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Balyozê Tirkiyeyê li Washingtonê Serdar Kiliç, Serşêwirmendê Serokwezîriyê yê Polîtîkaya Dereke Kerîm Uras û Şêwirmendê Serokwezîriyê Îhsan Duru jî hevaltiya Serokwezîr Yildirim kirin.
- "Hevdîtineke samîmî û baş bû"
Senator Corker di daxuyaniya xwe ya ku piştî hevdîtinê da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew gelekî kêfxweş bû, wekî ew ligel Serokwezîr Yildirim civiya.
Corker diyar kir ku hevdîtineke pir samîmî û baş bû û wiha xeberda:
"Me hin mijarên berfireh û hinek jî mijarên spesîfîk yên di navbera herdu welatan da qise kir. Gelek mesele hene ku divê em hel bikin. Çareserkirina kêşeyên di navbera herdu welatan da pêwîstî bi demê heye. Tirkiye welatekî pir xweş e û di van salên dawîn da pir bi pêş ket. Ez berê çûm Tirkiyeyê û ez gelekî jê hez dikim. Tirkiyeyê bi taybetî jî bona penaberên sûriyeyî gelek tişt kirin."
Li gorî bernameyê, Serokwezîr Yildirimê roja pêncşemê ligel Alîkarê Serokê DYAyê Mice Pence bicive.