Nihat Kavşut
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra bi têlefonê axivî û destnîşan kir biryara Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bona çêkirina referanduma serxwebûnê ji serê ser da şaş e û ji bo dev jê berdin divê em bi hev ra bixebitin.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokwezîriyê Yildirim û Ebadî bi têlefonê axivîn.
Yildirim diyar kir biryara Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bona çêkirina referanduma serxwebûnê ji serê ser da şaş e û ji bo dev jê berdin divê em bi hev ra bixebitin.
Heyder Ebadî jî destnîşan kir biryara referandumê dijî destûra bingehîn e û got civaka navneteweyî li dijî biryarê ye, em ê li hember derkevin, biryarê nas nekin û di vê mijarê da bi Tirkiyeyê ra di nav hevkariyê da bin.