02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
HEWLÊR
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyandin ku wê ji bo kifşkirina dîroka "referanduma serxwebûnê" komîsyoneke hevpar ava bikin.
Endamên polîtburoya YNKê û PDKê bi serokatiya Barzanî va li Salahaddîna bajaroka Hewlêrê civiyan. Hat gotin ku di civînê da li ser referanduma serxwebûnê, li Kerkûkê bi avahiyên qamûyê va daliqandina alaya HKIyê û mijarên navxweyî yên herêmê sekinîn.
Civîn bêyî çapemeniyê hat kirin û pişt ra daxuyaniya nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin: "Di civînê da her du alî bi awayekî hûr û kûr li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê sekinîn. Biryar hat dayîn, ji herdu partiyan komîsyoneke hevpar were avakirin ku dîroka referandumê were kifşkirin û ev mijar bi partiyên siyasî yên din ra were guftûgokirin."
Di daxuyaniya hevpar da li ser mijara li Kerkûkê bilindkirina alaya HKIyê jî wiha hat gotin:
"Her du alî jî dibêjin ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo sepandina benda 140emîn berpirsiyarî hilneda ser xwe. Çawa ku mafê hikûmeta navendî ya Iraqê heye ku li Kerkûkê alaya xwe bilind bike, bi heman awayî mafê HKIyê jî heye. Di makezagonê da eşkere ye ku Kerkûk û çend herêmên din di nav cihên biîxtilaf da nin. Ji ber vê yekê bilindkirina alaya HKIyê zagonî û li gor makezagonê ye."
Heftêya çûyî li Meclisa Wîlayetê ya Kerkûkê bi beşdarbûna 26 endamên kurd va ji bo ku li cem alaya Iraqê alaya HKIyê jî were daliqandin, dengdayîn hat kirin û biryara daliqandinê hatibû dayîn. Endamên tirkmen û ereb jî dengdayîn boyqot kiribûn.
Meclisa Iraqê jî duh civiya û biryar dabû ku li Kerkûkê tenê "alaya Iraqê" wê li sazî û dezgehan were daliqandin.