ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên der barê rojevê da bersivand.
- "Gel ji sedî 80yî piştgiriyê dide"
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der heqê pakêta ewlehiyê da wiha got: "Serokê partiya mixalefeta sereke dibêje 'Ez soz didim ku ez ê li pêşiya ciwanan bimeşim.' Heger di destê wan da molotof, kevir tunebe û rûyê xwe nepêçin û di rêya ku hatiye diyarkirin da bimeşin mesele tuneye. Heger êrîşî polêsan nekin bimeşin û em ê jî ewlehiya we pêk bînin. Gel erênî lê dinihêre. Me lêkolîn kir gel ji sedî 80yî piştgiriyê dide. Jixwe welatî li bendê bûn. Gel dizane ku di bûyerên Geziyê da û di 6 û 7ê cotmehê da çi qewimîn, loma jî piştgiriyê dide. Ji ber ku lêkolînan nakin û li ser argumanan rexne dikin, xeletiyê dikin."
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der heqê rexneyên li dijî pakêta ewlehiyê da wiha got: "Li gor qanûna çekan jixwe kevkanî amûrê sûc nîne. Li mala kesekî kevkanî hebe, dixwazî bira mencenîq jî hebe, jê ra ceza tuneye. Lê heger di çalakiyê da werin emilandin sûc e. Li cem xwe bigerînî û biemilînî sûc e, lewra wek çek tê emilandin. Fehm nakin û bi konetî propagandayê dikin û wisa difikirin ku wê gel ji wan bawer bike. Yên ku tevlî sûcan dibin aciz dibin, lê yên ku tevlî sûcan nabin bira rehet bin. Yekeyên ewlehiyê yên ku karê xwe baş dikin wê werin pîrozkirin, lê yên ku karê xwe baş nekin wê bên cezakirin. Em tiştên wiha sererast dikin."
- "Heger rexne dikin, bira rûnin û bixebitin"
Wezîrê Karên Navxweyî Ala destnîşan kir ku ewlehiya can û malê welatiyan pêk tînin û wiha got: "Em qala ewlehiya can û malê welatiyan dikin. Heger rexne dikin, bira rûnin û bixebitin. Hûnê dersa xwe baş bixebitin û rexne bikin. Mesele ewlehiya can û malê welatiyan e û bi tiştên ku ji derdorê seh dikin, bi argumanên vala û derew rexne dikin."
- "Di sala 2012an da 250 hezar kes hatine guhdarkirin"
Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala der heqê têkoşîna li dijî "rêxistina paralel" da wiha got: "Di sala 2012an da 250 hezar kes hatine guhdarkirin. Heger kesek herî kêm bi 10 kesan ra biaxive ev dike 2 milyon û 500 hezar kes, lewra ew jî tên guhdarkirin. Bi 20 kesan ra biaxive -ku kêmtir nîne- dike 5 milyon kes. Di hedefê da kî hene? Serokomar, Serokwezîr, Serokê Sererkaniyê, Dadgeha Destûra Bingehîn, fermandarên artêşê, wezaret, MÎT, Wezareta Karên Derve, rêxistinên civakî yên sivîl, Serokatiya Karên Diyanetê, karsaz, partiyên siyasî, dozger û rojnamevan. Yanê tiştekî wisa ye ku aqilê mirov disekine."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala wiha axivî: "Tevgereke ku -hûn wek cimaet bi nav bikin- heke nebûbe rêxistin, çi eleqeya wê bi guhdarkirinê heye? Bi Serokwezîr guhdarkirinê ra, bi MÎTê guhdarkirin ra, tirên alîkariyê sekinandinê ra çi karê wê heye? Bi astengkirina Pêvajoya Çareseriyê ra, bi şantajê ji xelkê perekomkirinê ve çi karê wê heye? Tu rêxistina îstixbaratê yî? Çi karê te bi îstixbaratê ra heye? Jixwe milet jî li hemberî vê şaş û metel ma. Tiştekî wiha heta niha neqewimiye. Ez ji wan kesên ku bi niyeteke baş dixwestin alîkariyê bikin, digotin bila xêra min jî memleket ra hebe bila qet bi derengî nekevin û di cih da ji tiştên wiha veqetin."