ELAZIG
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got ku "Heke hûn zarokên xwe dişînin dersxaneyên wî kesê li Pensîlvanyayê (Fethûllah Gulen), êdî neşînin. Ez ji we tika dikim nehêlin ku zarokên we biçin wir. Ew mixabin tenê perwerdeyeke derveyî hesasîyet û pîroziyên me didin zarokên me."
Serokwezîr Erdogan ji ber xebatên xwe yên hilbijartinê li Elezîzê bangî gel kir û wiha axivî: "Hûnê hem pereya bidin van mal û wargehan, hem jî dê zarokên we li dijî we bên perwerdekirin. Li vî welatî cihê dabeşî û cudaxwaziyê tune. Hûn bûn çeteyek û rêxistinek ji ber vê yekê jî hûnê hesabê vê yekê bidin. Em ê li ser navê we, li ser navê emaneta ku we dema me em ê hesabê vê yekê bipirsin."
Serokwezîr Erdogan di mitînga partiya xwe ya ku li Qada îstasyonê hat lidarxistin de bangî gel kir. Serokwezîr Erdogan li vir axaftinek kir û got ku gel dê 30yê adarê li ser sîndoqan aramiya têkoşîneke pîroz hîs bikin. Erdogan got ku wisa bawer dikim ku dê rûhaniyeta Esmaya ku li Qada Qahîreyê şehîd ket jî kêfxweşiya wan hîs bikin.
Erdogan got ku niçikên vê têkoşînê jî gelekî girîng in û diyar kir ku dê bi hewldan û dirayetê vê têkoşînê bikin.
Serokwezîr Erdogan da zanîn ku dê 24 saet bibêjin ku "rawestîn tuneye, rê berdewam dike" û got ku ew tiştên ku ew dizanin dê ji kesên wan nizanin re qise bikin.
Serokwezîr Erdogan got ku pirtûkçeya hemû vebêrhênanên ku 12 salan de li Elezîzê kirin, amade kirin. Erdogan ji welatiyan xwest ku pirtûkçeyan ji teşkîlatê bigirin û tiştên hatine kirin qise bikin.
Serokwezîr Erdogan got ku li Elezîzê gelek xizmet kirin û pirsgirêkên Elezîzê jî ji nêz ve dizanin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji we ricayek min heye. Heke hûn zarokên xwe dişînin dersxaneyên li vir yên kesê li Pensîlvanyayê (Fethûllah Gulen), neşînin. Ez ji we tika dikim nehêlin ku zarokên we biçin wir. Ew mixabin tenê perwerdeyeke derveyî hesasiyet û pîroziyên me didin zarokên me. Em vê dibînin, çima? Ji ber nêrîneke cuda, mirov lê dinêre dibîne ku tabuyên nû derxistine. Hun ê van tabuyan hilweşînin, hûn."
Serokwezîr Erdogan ji welatiyan xwest ku zarokên ji dersxaneyan derxînin û neşînin wir û wiha axivî: "Dibistanên dewletê têrî me dikin. Hem hûn ê pereya bidin, hem jî dê heqaretê li hemû nirxên we bikin. Gelo tê hişê we? Çi çi dibêjin. Şeva Mîrace, Pêxemberê me ji Mîracê tînin û siwarî qamyonetê dikin û pişt re jî hin kes li pişt wî tiştna dibêjin. Van hişê xwe xwarine. Divê di 30yî adarê de dersê van bê dayîn. Ev yek mijarên îtiqadî ne, ne ji mijarên rêzê ne."
Serokwezîr Erdogan hevpeyvîna Savaş Ay û Fethûllah Gulen a di sala 1995an de bi bîr xist û got ku kesê li Pensîlvanyayê gotiye ku "Hezretî Cebraîl bê û partiyek ava bike, ez deng nadim wî." Erdogan got ku 'ev zatê ku dibêje ez deng nadim wî' diçe deng dide CHPê û MHPê.
Erdogan got ku endamên cemaetê xwendekaran berhev dikin û ji min re nifiran dikin û wiha axivî: "Li wargehan abê û able (berpirsyarên cemaetê) bi şev seansan dikin û nifiran li ser Serokwezîr dikin. Kesên ku van qebûl nakin dibêjin ku 'yaw tiştên wisa ma hîç çêdibe', wan kesan wisa jî ji wargehên xwe diavêjin der. Lê binêrin li Sîwasê, li Duzceyê heman tişt kirin. Hê jî dikin. Em jî tabî niha tevdîrên xwe digirin. Min telîmat da Saziya Wargeh û Krediyan (KYK), hûnê ew zarokên me yên ku ji wargehan hatin avêtin, demildest bigirin wargehan, wana tespît bikin. Em ê hesaba van yekan bipirsin."
Erdogan got ku êdî dema şiyarbûnê hatiye û got ku "Mixabin em ji ber niyetên xwe yên baş ketin vê dafikê. Ji ber ku misilman mecbûr e ku bi niyeteke baş tevbigere. Em wisa tevgeriyan lê niha em dinêrin ku rastî wisa nebûye. Êdî rastî nayê veşartin."
Erdogan got ku ji bo ku di 30yê adarê de dersê wan bidin wan, divê gelekî bixebitin û wiha axivî: "Em hev bigirin, hem jî gelekî. Em ê ji bo vê gelê ji bo vê doza heq a ku em têkoşîna wê didin, hev bêtir bigirin. Ez ji we bawer dikim. Heta ez sax bim bizanibin ku dê doza me bibiryarî berdewam bike."
Erdogan da zanîn ku dê li Elezîzê van xebatan bikin: Li Elezîzê dê nexweşxaneyeke ku tê de hezar û 38 nivîn hene bê çêkirin. Maliyeta kampusa ku dê ji 4 nexweşxaneyan pêk bê dê 446 trîlyon bigire. Erdogan bi bîr xist ku di kanûna pêşîn a borî de xîmên nexweşxaneya dewletê a li Taxa Dogu Kentê hat avakirin, avêtin. Erdogan da zanîn ku dê di demek nêz de nexweşxaneyê temam bikin.