DIYARBAKIR
Serokatiya Navçeya Farqînê ya BDPê ji bo Roja 8ê Adarê ya Jinên Dinyayê li navçeya Farqîna Diyarbekirê çalakiyek li dar xist û roja jinan pîroz kir.
Komek jin li ber avahiya şaredariyê ya berê kom bûn û heta avahiya Şaredariya Farqînê meşiyan. Di vê navberê de hêzên ewlekariyê hişyarî da komê ku ew dijî qanûna trafîkê tevdigerin û divê meş bê sekinandin. Lê jinan guh neda hişyariyê meşa xwe domandin û beşdarî çalakiyê bûn.
Seroka Bajêr a Diyarbekirê ya BDPê Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivî û diyar kir ku jin bi salan e zilmê dibînin, lê îro li her derê mafên xwe diparêzin.
Zumrutê Roja 8ê Adarê ya Jinên Dinyayê pîroz kir û du re kulîlk li jinan belav kir. Çalakî piştî konserê bi dawî bû.