ANKARA
Hat ragihandin ku daxuyaniyên Barzanî yên ku der barê referandumê de dabûn, di serdana Barzanî ya li Enqereyê de jî hat rojevê. Li gor çavkaniyan daxuyaniyên Barzanî ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve wek daxuyaniyên "bi ecele" hat şîrovekirin.
Di ziyareta Barzanî de ji bilî daxuyaniyên Barzanî, rewşa tirkmenan, parkirina neftê, vejen, hevkariya aborî, xebatên avakirina hikûmetê, mijarên siyasî yên der barê Iraqê de hatin axaftin.
Roja ewil Nêçîrvan Barzanî hin hevdîtinên teknikî kirin. Berdevkê Hikûmetê yê HKIyê Sefîn Dizayî, Alîkarê Serokwezîr Qubat talabanî, Wezîrê Darayiyê Rêbaz Mihemed û Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewramî jî bi Barzanî re beşdarî civînê bûn.
Roja duyem Mesûd Barzanî û heyeta wî bi Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevditin kirin.
Di hevdîtinan de Tirkiye li ser yekîtiya axa Iraqê sekinî, lê daxuyaniya Barzanî ya ji bo ku qedera xwe tayîn bikin ew ê herin referandûmê wek daxuyaniyeke 'bi lez' hat şîrovekirin. Hat destnîşan kirin ku Enqereyê ji rêvebiriya herêmê re got ku di vê heyamê de mijara referandumê mijareke hesas e.
Çavkaniyan daxuyand ku parvekirina nefta Iraqê dîsa wek berê ji sedî 83 Bexda, ji sedî 17 rêvebiriya herêma kurd dê bê belavkirin. Tirkiye dê guh bide hevkirina hikûmeta navend û herêma kurd.
Rewşa Tirkmenan
Di hevdîtinê de li ser rewşa tirkmenan ji sekinîn. Hat gotin ku Enqere berjewendiyên tirkmenan diparêze û Barzanî jî vê tevgerê erênî dibîne.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser mijara avakirina hikûmeta nû, li dijî terorê û siyaseta mezhebvaniyê hevkarî jî hat sekinandin.