ANKARA
BDPê diyar kir ku xeberên der heq Selahattîn Demîrtaş de derketine, yên ku dibêjin Dermîrtaşê dest ji Seroktiya Giştî bikêşe rast nînin.
Navenda Giştî ya BDPyê der heqê îstifaya Demîrtaş de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniyê de hat gotin ku "Nûçeyên ku der barê Hevserokê me Demîrtaş de derketine rast nînin. Di nûçeyan de tê gotin ku hevserokê me kongreya derasayî xwestiye û daxwaza wî nehatiye qebûlkirin ji ber vê jî îstifa xwe şandiye partiyê."