Nihat Kavşut
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona biryara îtifaqê ya di navbera 4 partiyan da wiha got: "Ev îtifaq di rastiyê da îtifaqa 4 partiyên ji hev cuda ne. Gotinek heye dibêjin zewaca bi zorî, wekî zewaceke bi zorî ev jî îtifaqeke bi zorî ye."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona biryara îtifaqê ya di navbera 4 partiyan da wiha got: "Ji bona berjewendî, pêşeroj û karên bo Tirkiyeyê nayên bal hev, ji ber dijberiya Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tên bal hev û motîve dibin. Divê meriv bibêje ku 'îtifaqa dijberiya Recep Tayyîp Erdogan îtifaqa hêrsokan e.' Kesên li Serokomarê me hêrs bûne hatine bal hev."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona ku CHP û Partiya Saadetê di heman îtifaqê da cî digirin wiha got: "Bawer im ji ber vê îtifaqê hestiyên merhûm Necmettîn Erbakan Xoce lerizîne. Lewra nirxên ku Erbakan Xoce temsîl dike CHP neyarê wan e."
Bozdag ji bona îtifaqa di navbera 4 partiyan da wiha got: "Piştî ku fehm kirin nikarin di hilbijartina serokomariyê da bi ser bikevin, dibêjin qet nebe em di parlamentoyê da bi hêz bin û dest û piyên serokomar girê bidin. Ji bona pêşiyê li ber Tirkiyeyê bigirin îtifaqeke wiha derket. Ji ber dijberiya Serokomarê me kor bûne û ji ber rikê xwe nizanin çi dikin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag ji bona daxuyaniyên Serokomarê 11emîn Gul wiha got: "Gorî min xeletiyeke mezin kir. Ji hêla siyasetê va xeletiyên xwe yên mezin bi îtirafên xwe zexim kir."