Ekrem Payan, Berivan Aktuğ
16 Tebax 2026•Rojanekirin: 16 Tebax 2026
Li Guçlukonaka navçeya Şirnexê keçika xama ya 22 salî ku di Çemê Dîcleyê da ro da çû, cinazeyê wê hat dîtin.
Li texma gundê Akdîzgînê Yeşîm Î. bi malbata xwe û hevalên xwe ra geşt û seyran dikir. Yeşîm û 3 hevalên wê ketin çem û demekê şûnda xwe di çem da pûtin.
Bi alîkariya kesên derdorê ji 4 kesan 3 kes ji çem hatin derxistin.
Yeşîm Î. jî demekê şûnda di nava çem da winda bû.
Li ser êxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê, AFAD, cendirme û ekîbên Lêgerîn û Xelaskirina Binê Avê yên Şaredariya Cizîrê sewqî herêmê kirin.
Ekîban ji bo dîtina keçika xama di çem da xebat da destpêkirin.
Ji bo ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê baştir werin kirin û ava herikbar kêm bibe, qapaxên Bendava Ilisuyê hatin girtin.
Ekîban cinazeyê Yeşîm Îyê 400 mêtre li jêra cihê ku lê winda bû, dît.
Cesed ji avê hat derxistin û ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Guçlukonakê.