Ayşe Yıldız
17 Nîsan 2026•Rojanekirin: 17 Nîsan 2026
"Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê" ku di bin sîwana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û ji aliyê Wezareta Karên Derva va tê lidarxistin, dest pê kir.
Foruma ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê Ragihandina Global" e, li Navenda Kongre û Pêşangehê ya NESTê ya li Navenda Turîzmê ya Belekê tê lidarxistin.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku cara yekem di sala 2021ê da hate lidarxistin, îsal dîsa bi beşdariyeke zêde pêk tê.
Ji 150 welatan zêdetirî 460 kesan ku 20 serokên dewlet û hikûmetan, nêzîkî 15 cîgirên serokên dewlet û hikûmetan, 50 wezîr ku ji wan zêdetirî 40 kesan wezîrên derva ne, 75 nûnerên rêxistinên navneteweyî û her wiha gelek mêvan ku di nava wan da akademîsyen û xwendekar hene, beşdarî forumê dibin.
Nêzîkî nîvê beşdaran di asta serokên dewletan da ji Afrîka û Ewropayê ne, di heman demê da ji sedî 40ê beşdaran di asta wezîrên karên derva da ji Afrîkayê, ji sedî 35an ji Ewropayê û ji sedî 22yan jî ji Asyayê ne.
Forum bi hevdîtinên dualî, rûniştin û konferansên çapemeniyê berdewam dike.