Hakan Çopur
14 Nîsan 2026•Rojanekirin: 14 Nîsan 2026
Hevdîtinên rasterast ên ku nûnerên Îsraîlî û Libnanî anîn ba hev bi mazûvaniya Marco Rubîoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li Washingtonê dest pê kir.
Hevdîtinên ku li avahiya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê tên kirin digel nûnerên herdu welatan hin rayedarên payebilind ên Amerîkayî anî bal hev.
Digel Rubîo Nûnerê Daimî yê NYyê yê Amerîkayê Mîke Waltz, Balyozê Beyrûtê yê Amerîkayê Mîchel Issa, Balyozê Washîngtonê yê Îsraîlê Yechîel Leîter, Balyoza Washîngtonê ya Libnanê Nada Hamadeh-Moawad û rayedarê Wezareta Karên Derva Mîke Needham beşdarî hevdîtinan dibin.
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo di destpêka hevdîtinê da daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku pirsgirêkên di navbera herdu welatan da dê di carekî da neyên çareserkirin lêbelê ev hevdîtin gelekî girîng e.
Rubîo got ku "Ev firsendeke dîrokî ye. Dersên dîrokî ya ku me anî vê astê û firsendên vir yên xwe dispêrin bi dehan salan hene. Ez dizanim ku hûn pirsên der barê agirbestê da dikin. Tehrîbata ku rewşa 20-30 sal e li herêmê dewam dike derxistiye holê."
Wezîrê Amerîkayî parast ku gelê Libnanê "bû qurbaniyê êrîşkariya Îranê" û destnîşan kir hêvî dikin ku vê mijarê jî bi berfirehî guftûgo bikin û encameke erênî bi dest bixin.
Rubîo destnîşan kir ku hevdîtinên Îsraîl-Libnanê pêvajoyek e û wiha axivî: "Ev ji bo rojekî tenê nîne. Ev pêvajo dê wext bigire lêbelê em wisa bawer dikin ku hêjayê hewldanê ye. Hêviya me ya îro ew e ku em çarçoveya ku aştiyeke mayînde û demdirêj bê pêşxistin bi gelemperî diyar bikin."