Selami Küçükoğlu, Engin Zafer
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Li Sultangaziya navçeya Stenbolê di Otorêya TEMê da midîbus welgeriya û 12 kes tê da birîndar bûn.
Midîbusa ku ber bi aliyê Edirneyê va diçû û Osman Akbaş diajot, li averêya O-3 Hal-Otogarê ya ser Otorêya TEMê ji kontrolê derket, li bariyeran xist û welgeriya.
Li ser êxbarê îtfaiye, ekîbên tenduristiyê û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da 12 kesên ku di midîbusê da bûn, birîndar bûn.
Birîndarên ku di midîbusê da asê bûn, bi alîkariya welatî û ekîbên tenduristiyê hatin derxistin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Ji ber qezayê trafîk ji şirîtekî ra herikî, piştî xebata ku nêzî 2 saetan dewam kir, midîbus ji ser rê hat rakirin û trafîk normal bû.