Erkut Kargın
19 Gulan 2026•Rojanekirin: 19 Gulan 2026
Di ser 19ê Gulana 1919an ra 107 sal derbas bû ku Rêberê Mezin Xazî Mustafa Kemal Ataturk çû Samsunê ku Têkoşîna Neteweyî bide destpêkirin û welatê ku ji hêla dijminan çaralî hatibû dorpêçkirin, rizgar bike.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên dîrokî berhev kirin, piştî îmzekirina Mutarekeya Mondorosê ya di 30ê Cotmeha 1918an da Îzmir ji hêla Yûnanan, Edene ji hêla Fransizan û Antalya û Qonya jî ji hêla Îtalyanan hatin dagirkirin.
Her wiha eskerên Îngiliz çûn Urfa, Meraş, Entab, Merzîfon û Samsunê û dîsa Hêza Deryayî ya Îngiliz jî di 13ê Mijdara 1918an da lenger avêt pêşiya Stenbolê.
Mustafa Kemalê ku ji bo parastina xaka welêt salên dirêj li eniyên şer derbas kirin, di 3yê Mijdara 1918an da ji Fermandariya Komê ya Artêşên Birûskî vegeriya Stenbolê û li wir jî ket liv û tevgerê ku welêt rizgar bike.
Ataturk bi Vapûra Bandirmayê va di 15ê Gulana 1919an da ji Stenbolê derket û di 19ê Gulana 1919an da gihîşt Samsunê.
Meşaleya rizgariyê ya ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk derket Samsunê û tevî hevalên xwe vêxist, bi rêzê li Amasya, Erzirom û Sêwasê jî hat vêxistin û ji wir jî belayî hemû welêt bû.
Komara Tirkiyeyê ya ku di encama Têkoşîna Neteweyî da di 29ê Cotmeha 1923yan da ava bû, îsal dikeve 103 saliya xwe.