Zafer Fatih Beyaz, Özcan Yıldırım, Mümin Altaş
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Erdogan di çarçoveya 36emîn Lûtkeya NATOyê ya Serokdewlet û Serokhikûmetan da ya ku li bi mazûvaniya Tirkiyeyê li Kulliyeya Serokomariyê tê lidarxistin, temasên xwe yên dualî didomîne.
Serokomar Erdogan di vê çarçoveyê da digel Serokomarê Sûriyeyê Şara, civîneke ji çapemeniyê ra girtî li dar xist.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyeyê yê li Şamê Nuh Yilmaz jî amade bûn.