Koray Taşdemir
04 Mijdar 2026•Rojanekirin: 04 Mijdar 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku li ser vexwendina Serokê Dewleta Koreya Başûr Lee Jae Myung çûbû Koreya Başûr û serdanên fermî kiribû, ji Seulê ber bi Stenbolê va bi rê ket.
Serokomar Erdoganê ji bo serdanên fermî di 2yê mijdarê da çûbû Koreya Başûr hevdîtinên xwe temam kir.
Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan ji otela ku lê diman derketin û çûn Baregeha Asîmanî ya Seul Seongnamê.
Serokomar Erdogan ji hêla Alîkarê Wezîr Berpirsyarê ji Stratejî û Îstîxbaratê yê Wezareta Karên Derva yê Koreya Başûr Jeong Yeondoo û Balyozê Komara Tirkiyeyê yê Seulê Fatîh Yildiz û hevjîna wî Nesrîn Yildizê va hat bi rêkirin.
Balafira ku Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan tê da ye ji Seulê ber bi Stenbolê va bi rê ket.
Heyeta bi Erdogan ra çûbû jî bi wî ra vegeriya.